Hevpeymanan hejmareke hummer û otomobîlên leşkerî da Hêzên Pêşmerge

.

Hevpeymaniya Navdewletî, karwaneke din a lojîstik pêşkêşî hêzên Pêşmergeyan kir.

Îro 26.07.2021ê karwaneke din a hevkariyên lojîstîk ê hêzên hevpeymanan, pêşkeşî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hate kirin.  

Rêvebirê Giştî yê Ragihandin û Hişyariyê yê Wezareta Pêşmerge Osman Mihemed ji Rûdawê re ragihand ku ew alîkarî ku îro Duşemê 26ê Tîrmeha 2021ê gihîşte Wezareta Pêşmerge, "di çarçoveya hewldanên hevpeyaniyê yên ji bo çekkirina Hêzên Pêşmerge de bûye û beşeke din ji alîkariya lojîstîk gihiştiye Wezareta Pêşmerge".

Osman Mihemed got: “Biryar e ku ev alîkarîyên hatine dayîn di çarçêweyê bernameya Wezareta Pêşmerge de bi ser lîwayên piyadeyan de bêne belavkirin.”

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye