Hevpeymana Navdewletî: YPG wê li herêma Firatê bimîne

Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, ragihand ku dê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD/QSD) li herêma Firatê bimîne.

Li gor daxuyaniya hevpeymaniyê ya bo medya rûsî, "Derketina hin yekîneyên HSDê ji herêma Firatê, bi awayekî zelal nîşan da ku çiqas balê ji ser têkoşîna DAIŞê dûr dike."

Di daxuyaniya hevpeymaniyê de hat diyarkiri, dê hêzên HSDê li herêma Firatê bimînin û ji ber wan hêzan DAIŞ asteng û lawaz kiriye, dê bi piştgiriya hevpeymaniyê êrîşên hesas ên ser dijmanan bi wan hêzan bidomînin.

Rayedarên hevpeymaniyê tevlîheviya rewşa Bakurê Sûriyeyê bi bîr xistin û bal kişandin ser ku dê têkoşîna dijî DAIŞê hinekî dirêj bajo, lewra terorîst sivîlan wek mertal bikar tînin û xwe vedişêrin.

Rayedarên hevpeymaniyê di heman daxuyaniyê de, ji ber ewlekariyê nexwestin hejmara hêzên HSDê yên terka herêma Firatê kirine bidin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin