Hevpeyman û Pêşmergê li Mexmûrê operasyonan li dijî DAIŞê pêk tînin

Hêzên Pêşmerge bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî li Çiyayê Qereçûxê li dijî çekdarên DAIŞê dest bi operasyonê kir.

Berpirsê Mîhwera Guwêr û Mexmûrê yê Hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî ragihand: “Îro duşemê bi hemahengiya ligel Hevpeymaniya Navdewletî ya Li Dijî DAIŞê, operasyonê dest pê kiriye.”

 

Di çarçoveya operasyonê de heta niha firokeyên Hevpeymanan çend pêgeh û çeperên çekdarên DAIŞê bordûman kirine.

 

Piştî bidawîbûna serweriya DAIŞê li Iraqê, çend yekîneyên çekdarên vê rêxistinê li bilindahiyên Çiyayê Qereçoxê û hin navçeyên Xurmatû û Diyalayê bicîh bûn. Car bi car di navbera van yekîneyan û Pêşmerge de şer derdikeve.

 

Sîrwan Barzanî ragihandibû, ku ev komên çekdaran li cihekî nîştecî nînin û tim bi liv û tevger in.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin