Hevpeyman: Hin alî dixwazin têkiliya DYA-HSDê têk bibin

Fermandarê hêzên taybet ên Hevpeymaniya Navdewletî General James Girard ragihand, ku hin alî hene dixwazin pêwendiyên di navbera wan û Hêzên Sûriya Demokrat de têk bidin.

James Girard diyar kir, ku hêzên Hevpeymanan wê li Sûriyê bimînin heya piroseya siyasî li wî welatî yekalî bibe.

Girard tekez kir, ku hin alî hene dixwazin pêwendiyên di navbera wan û HSD de têk bidin û bizavan dikin ku baweriya di navbera wan de bişkînin, lê bi gotina Girardî:

Hîn şerê li dijî DAIŞê bidawî nebûye û armanca Hevpeymaniya Navdewletî ev e, ku hêzên xwe li Sûriyê bihêle heya rêxistina DAIŞê bidawî bînin.

Herwiha Girardî got: Îran roleke xerab li Sûriyê dilîze û ti aramî pêk neaniye, lê berovajî vê yekê, Îran piştevaniya tundî û terorê dike.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin