Hevjîna Îsmaîl Beşikçî koça dawî kir

.

Hevjîna nivîskarê tirk û dostê gelê kurd Îsmaîl Beşikçî, Leman Beşikçî di 92 saliyê de koça dawî kir.

Weqfa Îsmaîl Beşikçî ragihandiye, îro hevjîna Îsmaîl Beişkçî, Leman Beşikçî li Enqerê koça dawî kir.

Leman Beşikçî ku bi eslê xwe ji bajarê Erziromê bû, beriya demekê nexweş ketibû û li nexweşxaneyeke Enqerê dihat dermankirin.

Biryar e sibê (14 Nîsana 2021) termê hevjîna Îsmaîl Beşikçî li goristana Karşiyaka ya Enqerê bê veşartin.

Îsmaîl Beşikçî di nava kurdan de naveke naskirî ye û ji ber xebat û çalakiyên xwe yên derbarê kurdan de weke dostê gelê Kurd tê naskirin.

Her ji ber çalakî û lêkolînên xwe yên derbarê pirsa Kurd li Tirkiyê de, Beşikçî 17 sal ji temenê xwe di girtîgehê de derbas kiriye.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye