Hevjîna hunermend Mihemedê Mamlê koça dawî kir

.

 Amîna Mewlûdyan a hevjîna hunermend Mihemed Mamlê, îro 18.02.2021ê di temenê xwe yê 85 salî de li bajarê Mehabadê koça dawiyê kir.

Amîn Mewlûdyan a ku wek dayîka Amîn tê naskirin û sala 1936ê li Mehabadê dayîk bûye û keça yek ji efser û fermandarên bi navûbang ên Komara Kurdistanê Mihemed Mewlûdyan ê wek Hemedî Mewlûde Çirçî ye.

Sala 1964ê li gel hunermend Mihemedê Mamlê jiyana hevseriyê pêkaniye ku ew jî her Pêşmergeyê dema Komarê bû û di bin fermana Hemedî Mewlûdyan erkê Pêşmergetiyê bicîh dianî.

Berhemê jiyana hevbeş a Mihemedê Mamlê û Amîn Mewlûdyan keçek û 4 jî kurên wan ên bi navên Ebdulrehîm (Necat), Şewnim, Wirya, Çalak û Çiya ne.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye