Hêvîn Silêman: Dorpêça li ser taxên Kurdan berdewam dike

.

Hevseroka Encumena Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê Hêvîn Silêmanê ragihand ku dorpêça li ser her du taxên Kurdan ên Helebê berdewam dike.

Hevseroka Encumena Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê Hêvîn Silêmanê ji Rûdawê re got, ti pêşketinên nû ber bi aramkirina rewşa her du taxan ve nîne û ew hewl didn hevdîtinan li gel parêzgarê Helebê bikin.

Hêvînê da zanîn ku rewşa her du taxên Kurdan hîn jî ne aram e û dorpêç didome û çekdarên hikûmeta Şamê rê nadin sotemenî derbasî Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê bibe.

Hevseroka Encumena Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê her wiha eşkere kir ku piştî êrişa 6ê Çiriya Paşîn ti hevdîtinên wan bi berpirsên Sûriyeyê re çênebûne.

Bi gotina Hêvînê niha ew ji bo pêkanîna xalên peyamana 1ê Nîsanê û peydakirina pêwîstiyên xelkên her du taxan hewl didin hevdîtinan bi parêzgarê Helebê re bikin.

“Du ciwan hatine girtin”

Hêvînê her wiha eşkere kir bi taybetî ku berê wan li zivistanê ye pêwîstî bi sotemeniyê heye û got:

“Li xalên ewlehiyê astengî ji xelkê re tên çêkirin û heta niha du ciwan hatine girtin.”

Kurdistan Haberleri

PWK, Şaxa Merdînê yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê, Şaredarîya Qoser ziyaret kir
Saziyên zimên li Wanê dicivin: Stratejî û polîtîkayên nû tên nîqaşkirin
Trump helwesta xwe ya li ser birêvebirîna Xezeyê diyar kir
Rejîma Îranê li girtîgeha Xuremava û ya Îlamê, 2 girtiyên Kurd bi dar ve kir
Nakokî li ser beşdariya Netanyahû di lûtkeya aştiyê ya Misrê de