Abuzer Balî Han
-Nivîskar-
Di metelokên Kurdî de gelek gotinên di ciyê xwe de hene! Ji wana yek jî „"Hêvî nanê belengaz û feqîran e!.." Rast e! Mirov bê hêvî nikane jiyana xwe bidomîne û berdewam bike!.. Ji salên 1960’î şûnda karker û xwendekarên Kurdistan ji her çar parçan wek lêhî berê xwe dane welatên Ewrûpayê!..
Di destpêka salên 1970’yî de cara yekem min di nav xwendekarên Başûr û Rojavayê Kurdistanê de Newroz li Berlinê pîroz kir. Wê demê tembur jî nîn bû! Bi akordiyon wek welatên Ewrûpayê xortên Kurd bi qizên Elman ve tev direqisîn!.. Navê wê jî dibû „Newroz“ hat pirozkirin!..
Ez bi xwe reqisîn û govend gerandinê pir hez nakim! Ya rast seyr kirinê hezdikim û nikarim bireqisim! Rahmetî mamosteyê min yê gorbehîşt Jemal Nebez re rojekê mim jê re gotî bû:“Mamoste işev di qenala Elman ya mezin de li ser Kurdan bernameyek girîng heye! Tu temaşe bike, tê jê sûd werbigire!“ Mamoste got ez nikanim lê meyzî bikim. Ji ber ku di mala min de ez telewizyon bi kar nîn im!“ Ji bo televizyon û muzîkê hem jî dema min rê nade! Di dest min de pir karên ez dikim hene! Yek jî hin caran li vir û wê ez televizyonên Kurdî dinerim! Kurd her xwe badikin direqisin! Ez nizanim ku jê çi fehm dikin! Bersiva mamoste hinek ez ber bi pirsek din birim!.. Bi wan reqisan heya salên 1960’î welatên Afrika hemiyan xwe azad kirin!..
Kurtahî gotina min ew e ku salên 1970 û 1980’yî de karker û xwendekarên Kurd li Ewrûpa jimara wan çendek milyonan derbaz bûyî bû! Newroz di salonên çendek hezar temeşevanan digirin teng dihatin! Di sitadyuman de Newroz û mîhricanên Kurdan pîroz dikirin min dîtin ku jimara qasî tijî kirina sitadyuman bûn !.. Gele me ji bo şoreşa Kurdistan her amade dibû!..
Neyaran bi peyayên xwe ew tevgera germ û hêlecan li hevxistin, qels kirin û dane rawestandin! Îro karên dibin wana rexne kirin jî ne di ciyê xwe daye! Lê belê ewna têrî azadbûna Kurdistanê nakin! Rêxistinên Kurdan ku ketin destên neyaran bi wan yekitiyên heyî jî her ku diçe qels dibin û têk diçin!..
Rêxistinên Kurdan yên ku di bin bandora dagirkeran de bi tesîra wan rêxistinan Rojavayê Kurdistan û hin ciyên başûrê welat jî ji destên Kurdan têkdiçin!.. Kurdên çawa rêyek rast ji xwe re peyda bikin ku tev tê de mimêşin!.. Di xortaniya xwe de û îro jî li gor xwe di pêşbirikan de tu caran paş de nemam! Çi mixwabin dema hevalê te qels be, tu nikare ku pêra bimeşe!.. Tevger çê dibin! Bi destê nezanên serî dikişînin ew tevger xirab dibe! Lê dîsa jî yên seriyê xirab kirinê dikişînin ciyekî dîn de mirov dibîne ku bûye sergovend!..
Ew helbestê li jêr dema newiya me hatî dinê, ew bi hestên şoreşgeriyê hate nivisîn! Berfîn îro mezin bûye û rêya dozgeriya Elmanyê pêşiya wê vedibe!..
Siyasetmedarên Kurd ku di pêşiya govende de diçin, gelo rastî hun riya çi meyzi dikin ku hîn jî nabin yek?!.. Siyaseta Tirkan ya qirêj wek hun hemî dibînin destên xwe avêtine nav Kurdan! Bes ne tenê Bakurê Kurdistan! Ewna li Rojhilat, Başûr û Rojavayê Kurdistanê de jî îro lîstikên xwe her didomînin!..
Geli Kurdibo! Emê kîngê bibin yek? An jî heya kîngê emê dagirker û serdestan re bibin lîstik?!.
Pir salan berê şoreşgerekî bi hêvî ku rêya mirinê jî jê re her dem vekirî bû! Ew bi wan newiyên xwe bi newiya xwe ya şeş mehî re wûsa di axive û dibêje:
HAWARA BERFÎNÊ
Sedsala bîstan jî xelas bû, Kurd bindestin hîn,
Di destpêka du hezarî azadî ji me ra mizgîn.
Heya dil û hinavên min nayên sotin namirim!
Berxwe didim, ji bo rojên azadî zûtir bigirim!..
Lê belê dîrok bê aman e, hale Kurdan nizane!
Ma em ji hevdû dûrbin rewşê me kî yê bizane?
Gelo çima Kurd nabin yek, bi hevre şer dikin?
Ji xwe bawer nakin, dikevin hembêza dijmin!..
Yên dibêjin "em demoqratin" me ewna dîtin,
Ji bo nefta qirêj bi nanekî xwe jî serda firotin!
Çi Emrîkiya Clîntîn, çi Rusya Yeltsîn bi peran
Li gel neyaran cih girtin, em bîrnakin tu caran!..
Ji xwe welatparêz nebûn yek, hevdû negirtin,
Di destê kolonyalîstên xwînrij de tim şagirtin!..
Ser erda bav û kalên xwe dijîn,hemî wek dîlin,
Li ser behra neftê her dinalin, birçî, jar û sêfîlin.
Bi şerê li dijî hevdû heya îro gelê me nebû yek,
Li der welatê xwe koçer û penaberin tek û tek!..
Ji bilî me kes ma li dinê bê azad û bê dewlet?..
Roj yê bê emê serkevin û bê hêvî nînin elbet!..
Kurd êrîş tînin serhev, direvin dibin penaber,
Diçin welatê xelkê bi kulfet, zarûzêç derbeder!
Ez jî ji wana yekim, her roj ji xwe şerm dikim,
Berxwe didim, tiştek ji dest min nayê çi bikim?
Berfîn, Berfînaza min, kevoka aşitî kulîlka çiyan,
Tu pir şîrîn û şekirî bi emrê xwe yî şeş mehan!..
Pir bijî, jiyîn ji welatê xwe dûr mirov her roj dikujî!
Her bijî gelê me bijî, bila bimre nemîne brakujî!..
Berfîna hêja, tu bi awaza azadî hawar haware!
Kes guh nade qirîna te, deng wek kevok difire!
Em carek din man li cîhan neçar û bê derman,
Lê ez zanim roj yê bê azad be dayka nîştîman...
12.12.1999
Awê Balî
(Abuzer Bali Han)