Hevdîtinên Şanda Kurdistanê li Bexdayê dest pê dikin

.

Şanda danûstandinkar a Herêma Kurdistanê ku doh 30yê Gulanê çûbû Bexdayê, dest bi hevdîtinên xwe yê bi berpirsên hikûmeta Iraqê re dike.

Şanda Kurdistanê ji bo bicihanîna yasaya budçeyê, dayîna heqên darayî yên Kurdistanê û çend pirsên din ên dualî li Bexdayê ye.

Hat ragihandin ku wê Şanda Kurdistanê ya bi seroktiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Serokê Parlamena Iraqê Mihemed Helbûsî û bi heyeta wezîrên Darayî, Petrol û kompaniya SOMOyê ya Petrolê re hevdîtinan pêk bîne.

Hat zanîn ku wê di civînan de guftûgo li ser hûrgiliyên şandina pişka Herêma Kurdistanê ji budceya Iraqê û  hemû pirsgirêkên ku li pêş şandina pişka Herêmê hene werin kirin, da ku di demeke diyarkirî de ji Herêma Kurdistanê re were şandin.

Biryar e di civînan de para herêma Kurdistanê ya ji budçeya 2021ê ku hatiye pesendkirin were gotûbêjkirin ku hê jî nehatiye şandin.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn