Heval û nas û dostên kek Feyyaz Ekmen roja 27.05.2021ê dê li ser mezelê wî bin

.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê, hevalê me, kek Feyyaz Ekmen roja 30.04.2021ê ji ber nexweşîya Covîd-19ê li Almanyayê ji nav me koç kir.

Di roja 04.05.2021ê de bi beşdarîya girseyeke mezin, cenazeyê kek Feyyaz Ekmen li Nevçeya Kercewsê ya Êlihê(Bamanê), bi merasîmekê ve hate veşartin.

Ji ber qedexeyen Covîd-19ê , piranîya haval, nas û dostên kek Feyyaz Ekmen û gelek welatperwerên Kurdistanê nikarîbûn beşdarî veşartina cenazeyê kek Feyyaz Ekmen bibûna.

Di roja 27.05.2021ê de ,heval û nas û dostên kek Feyyaz Ekmen bi seeta Amedê di seet:13.30ê de, li gel tedbîrên pandemîyê, li Kercewsê dê li ser mezelê wî bin.

Nas û dost û hezkirîyên kek Feyyaz Ekmen û welatperwerên ku bixwazin wê rojê li ser mezelê kek Feyyaz Ekmen bin, dikarin di heqê teferûatên seredana ser mezelî de agahdarîyan ji berpirsên PAKê wergirin.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Bi dosyayekê li ser sedsaliya Qamişlo.. Kovara "Soryaz" jimara xwe ya yekê derdixe
PWKyê Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Anî
Li Hewlêr, Silêmanî û Koyeyê êriş, 4 sivîl birîndar bûn
Sibe salvegera Helebceyê ye lê çalakiyên berfireh hatin betalkirin
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir