Hesen Rûhanî: Amerîka rûberûyê têkçûnê ye

 Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî, piştî Washington jinûve toleyên Neteweyên Yekbûyî ragihand, îro roja yekşemê axivî û got ku Amerîka rûbirûyê têkçûnê ye.

Serokkomar Îranê Rûhanî di axaftineke di televîzyonê de got "Amerîka bi biryara xwe ya sizayan nêzîkî têkçûnekê dibe. Ew rûbirûyê têkçûn û bersîvdanek neyênî ya civaka navneteweyî ye. Emê ti carî serî li ber zextên Amerîka netewînin û Îran dê bersîvek xurt bide zordarîya Amerîka."

Nirxa dirava Îranê piştî daxuyanîya rêveberîya Trump ya roja yekşemê li hember dolarê Amerîkî bi rengekî rekor daket xwarê. Îranê biryara nû ya sizayên Amerîka red kir û weke "nerewa û neqanûnî" bi nav kir.

Herwiha Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres roja şemiyê ji Konseya Civata Ewlehîya NYyê re got ku ew nikare li ser daxuyanîya Amerîka ti gav bavêje jiber ku dê xuya bibe ku bêbawerî heye di derbarê mijarê de ku ne zelalî heye.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin
Îran bi lezgînî tunelên xwe yên mûşekan nûjen dike