Heşda Şeibî ji Şingal û Zûmarê derket

Fermandeyekî Pêşmerge dibêje, çekdarên Heşda Şeibî ji bajarokê Zûmar yê Başûrê Kurdistanê vekişiyane û dê ji bajarê Şingalê jî vekişin.

Fermandeyê Pêşmerge li ziyareta Şerfedînê ya li ser çiyayê Şingalê, Qasim Şeşo ragihand, ev du roj in çekdarên Heşda Şeibî dest bi vekişîna ji Zûmar û Şingalê kirine.

Qasim Şeşo her wiha got, îro bi temamî ji Zûmarê vekişiyan û dê sibê jî bi temamî ji Şingalê derkevin.

Wî fermandeyê Pêşmerge da zanîn, derketina Heşda Şeibî ji Zûmar û Şingalê piştî hevdîtina Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî pêk hat û got, wisa xuya dike li şûna wan hêzên Pêşmerge dê bicîh bibin.

Berpirsê liqa PDKê li Şingalê Qadir Qaçax jî gotiye, Heşda Şeibî ji Şingalê derket. Niha tenê çend yekîneyên artêşa Iraqê û milîsên êzîdî yên Heşda Şeibî mane.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin