Heşda Şeibî ji navçeyeke parêzgeha Selahedînê vekişiya

Jêderekî emnî yê Iraqî ragihand, ku mîlîsên Heşda Şeibî ji bajarokê Sîniye yê ser bi bajarê Bêcî ve li parêzgeha Selahedînê paş de vekişiyane.

Wî jêderî ku nexwestiye navê wî bê eşkerekirin, diyar kir ku hêzên emnî yên Iraqê, wê şûna mîlîsên Heşdê li wê navçeyê bigirin û got: Ew vekişiyan li ser bingeha rêketinekê di navbera aliyên Hikûmî û fermandarên Heşdê de çêbûye.

Li gorî zanyariyan, wê çekdarên Heşda Şeibî li navçeyên rojavayê bajarê Bêcî, belav bibin.

Encûmena parêzgeha Selahedîn, berî çend rojan ji serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî xwest, ku çekdarên Heşdê ji sînorên wê parêzgehê bikişîne.

Ev jî piştî wê yekê hat, ku li bajarokê Beled yê ser bi parêzgeha Selaheddîn ve, nakokî di nav êlên Sune û çekdarên Heşdê de çêbûn.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin