Heşda Şeibî dike ku gundekî li Xaneqînê zeft bike

Berpirsekî kurd dibêje, ji ber gef û fişarên Heşda Şeibî tirsa wê heye di navbera milîsên şîe û gundên kurdan yên Xaneqînê de şer derkeve.

Berpirsê liqa PDKê li bajarê Xaneqînê, şêx Ceifer Mistefa got, ev çend roj in milîsên şîe xelkê gundê Şêx Bawe, ku hemû kurd in, tehdîd dikin û ji wan dixwazin gund vala bikin.

Şêx Ceifer Mistefa her wiha got, ew dixwazin bi darê zorê gundê kurdan ji wan bistînin lê xelkê gund jî xwe ji bersivdanê re amade kirine. Ji ber wê jî tirsa wê heye şer derkeve.

Wî berpirsê PDKê rexne li helwesta YNKê jî girt û got, qaşo ew dever di bin desthilata YNKê de lê YNK bêdeng e li hember wan aloziyan û bi temamî ketiye bin kontrola Heşda Şeibî.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin