Herêma Kurdistanê û Iraq daxwaz ji Tirkiyê dikin birîna daristanên sînor rawestîne

.

Wezaretên çandiniyê yên Herêma Kurdistanê û Iraqê daxwaz ji Tirkiyê dikin birîna dar û daristanên sînorî yên devera Badînanê rawestîne.

Wezaretên çandiniyê yên Herêma Kurdistanê û Iraqê di daxuyaniyeke hevbeş de, daxwaz ji Tirkiyê dikin birîna dar û daristanên sînorî yên devera Badînanê rawestîne û dibêjin, ev karekekî dijminane û li dijî mirovahî û jîngehê ye.

Herwiha her du wezaretên çandiniyê daxwaz ji Netewên Yekgirtî û rêxistinên navdewletî dikin, ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê hevkar bin.

Pêştir jî, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil bi daxuyaniyekê nerazîbûn û nîgeraniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember birîna daristanên deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê nîşan da.

Herwiha Wezareta Çandiniyê û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê komîteyek ji bo lêkolînkirina di pirsa birîna daristanan ji aliyê Tirkiyê ve pêk aniye.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye