Herêma Kurdistanê: Gelek welat dixwazin em nûnertiya xwe vekin

.

 Ofîsa Pêwendiyên derve ya Herêma Kurdistanê li ser vekirina sefaret û nûnertiyan li welatên derve ragihand ku gelek welat dixwazin Herêma Kurdistanê li wan welatan sefaret an nûnertiyê vekin.

Li gor ragihandina Ofîsê; têkiliyên Herêma Kurdistanê yên aborî û dîplomatîk bi gelek welatan re her diçe pêşde diçe û bi taybetî welatên ku li Herêma Kurdistanê sefaretên wan û nûnertiya wan hene, dixwazin Herêma Kurdistanê li wan welatan ciyên xwe vekin. Li ser mijarê Saman Soranî ku şêwirmendê siyasî yê ofîsa pêwendiyên derve ye weha got:

“ Çîn, Çekya, Misir, Erebistana Si’ûdiyê û hinek welatên din daxwaz kirine ku Herêma Kurdistanê li wan welatan nûnertiya xwe veke.”

Welatên daxwaza vekirina nûnertiyan kirine, ew welatin ku dixwazin têkiliyên xwe yên aborî bi herêmê re bipêş bixin. Her weha li gor qanûna bingehîn ya Iraqê; welatên balyozxaneyên wan li Iraqê hene, mafê wan heye da li Herêma Kurdistanê nûnertiya xwe vekin.


 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin