Herêma Kurdistanê daxwaz kiribû: WHO dê alikarîyê bike.

Li ser daxwaza Herêma Kurdistanê û bi armanca alîkarîkirin di hewlên rûbirûbûna Koronayê de, biryar e di dema 72 demjimêrên bihê de Rêkxistina Tendirûstîya Cîhanî (WHO) amûr û pêwîstîyên din ên pizîşkî û xweparêzîyê bişîne Herêma Kurdistanê.

 

Nûnerê Rêkxistina Tendirûstîya Cîhanî (WHO) Edhem Ismaîl ragihand, “di dema 72 demjimêrên bihê de dê 60 amûrên henasedan Oksîcenê û cil û kelûpelên  xweparastina ji vîrusa Koronayê ji embarên wê rêkxistinê li Dubeyê ji bo parêzgeha Hewlêrê bêne şandin. “

Edhem Ismaîl tekez kir, ku ew alîkarî di çarçoveya alîkarîyên hevbeş ên di navbera WHO û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye û bal kişande ser wê yekê, ku ew kar li ser pêşkêşkirina alîkarîyên zêdetir dikin, bi taybetî amûrên oksîcenê û pêdawsîyên din ên pizîşkî.

Wezîrareta Tendirustîya Herêma Kurdistanê, duh di daxuyanîyekê de ragihandibû, ku wezîr Dr. Saman Berzencî di peywendîyeke telefonî de daxwaz ji berpirsên WHO kirîye, ku alîkarîyên pizîşkî ji Herêma Kurdistanê re bişînin.

Li gor daxuyanîya wezaretê, “alîkarîyên WHO dê heftîya bihê bigihin Herêma Kurdistanê.”

Destpêka meha Nîsanê û di Roja Cîhanî ya Tendirustîyê de jî, Wezîrê Tendirustîyê yê Herêma Kurdistanê daxwaz ji Netewên Yekgirtî, rêxistinên civaka sivîl û WHO kiribû ku alîkarîya Herêma Kurdistanê bikin û destê alîkarîyê dirêj bikin, da ku bikarin wê qonaxa dijwar derbas bikin.

Roja 19ê Nîsanê jî WHO heft barhilgir ji pêdawîstîyên pizîşkî û kelûpelên xweparêzîya ji koronayê pêşkêşî Herêma Kurdistanê kiribû.

Li gor dawîn amarên Wezareta Tendirustîya Herêma Kurdistanê, bi giştî ji destpêkê ve heta niha 6,657 kes li seranserê Herêma Kurdistanê bi vîrusa koronayê ketine û tenê duh 254 rewşm nû yên pêketina bi vê vîrusê hatibûn tomarkirin.

 

Siyaset Haberleri

ŞAM - Rojnamegerên Kurd hatin berdan
EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî
YNK: Bi hev re kar bikin da ku mafên Kurdan bên parastin
Serokê ENKSê: Em bi hêvî ne bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû aliyan be