Herêma Kurdistanê çûnûhata 21 welatan qedexe kir  

.

Wezareta karên navxwe ya Herêma Kurdistanê di çarçoveya tedbîrên li hemberê koronavîrusê geştên ji bejayiyê û ji hewayê bo 21 welatan qedexe kir. Biryar li ser tesbîta Kovid-19 ê ya ku guheriye û bilez belav dibe hatiye dayîn. Biryar îşev siet di 00.00 ê destpêdike û di dewama agahiya wezaretê de weha dibêje:

“Geşta hemwelatiyên Iraqê ya bo Îngîltere, Avûstûrya, Belçîka, Danimarka, Fînlandiya, Gurcistan, Almanya, Yûnanistan, Îrlanda, Luksembûrg, Slovakya, Îspanya, Brezîlya, Amerîka, Hindistan, Afrika Başûr, Awûstralya, Hollanda, Japonya û Zambiyayê hatiye rawestandin.

Ji bilî mîsyonên biyanî yên di Neteweyên Hevgirtî de dixebitin, xebatkarên li nûnertiyan, dîplomat û heyetên fermî, hatina hemwelatiyên welatên navên wan li jorê derbas dibe hatiye qedexekirin.

Hemwelatiyên ku ji welatên navên wan li jorê derbas dibin dagerin Iraq û Herêma Kurdistanê, di çarçoveya tedbîrên berlêgirtina Kovid-19 ê yên wezareta tenduristiyê de, wê 14 roj di karantînayê de bimînin.

Biryar ji 15/01/2021 ê siet ji 00:00 ê û bi şûnde cîhbicîh dibe.
 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin