Herêma Kurdistanê: 11 kesên din canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ku di 24 demjimêrên bihorî de 404 kes bi vîrusa Koronayê ketine û 11 kesan jî jîyana xwe ji dest dane.

Li gor daxuyanîya Wezareta Tendirustîya Herêma Kurdistanê, di 24 demjimêrên derbasbûyî de 2 hezar û 296  pişkinînên nû yên vîrusa Koronayê hatine kirin, ku encamên 404 ji wan pişkinînan pozîtîv derketine û bi COVID-19 ketine.

Wezareta Tendirustîya Herêma Kurdistanê dîyar kirîye, kesên ku herî dawî û di nav rojekê de bi koronayê ketine, 218 kes ji wan li Hewlêrê ne, 33 kes li Silêmanîyê, 101 kes li Duhokê û 21 kes jî li Helebceyê ne.

Herwiha kesên ku jîyana xwe ji dest dane jî, 6 kes li Hewlêrê û 5 kes li Silêmanîyê bûye.

Heta niha li Başûrê Kurdistanê 216 hezar û 172 testên taybet bi vîrusa Koronayê hatine kirin, û encamên pişkinînên 15 hezar û 577 kesan pozîtîv bûye, ku 9 hezar û 711 kes heta niha baş bûne û 597 kesan jî jîyana xwe ji dest dane.

Ji alîyê din wezaretê hişyarî da ku kes bila bê mask û destik dernekeve devre, ji cihen qelebalix dûr bikevin

 

 

Siyaset Haberleri

Saziyên zimên li Wanê dicivin: Stratejî û polîtîkayên nû tên nîqaşkirin
Di 20 rojan de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 164 kes hatin îdamkirin
Bexda vekirina deriyê sînorî “Rebîe” yê bi Hesekê re red dike
Kitêbeka girêdayî jiyan û xebata Barzaniyê Nemir li Encûmena Nûnerên Iraqê hat nasandin
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Vancouverê bi diruşma "Zimanê Dayikê" tê lidarxistin