Herêma Flanders: Em ji bo hevkariya li gel herêma Kurdistanê amade ne

.

 Wezareta Karûbarên Derve ya Herêma Flanders a Belçîkayê ragihand; di civîna navbera Serokwezîrê Flandersê Jan Jambon û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de tekezî li ser bihêzkirina hemahengî û hevkariya navbera her du aliyan di warê aboriyê de hatiye kirin.

Li gor nûçeyê, di civînê de Serokwezîrê Herêma Flanders, ku herêma herî mezin a Belçîkayê ye, spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye ji ber şerkirina li dijî DAIŞê û gotiye: “Em spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ji ber hewldanên şerê li dijî DAIŞê, hêzên Pêşmerge alîkarekî sereke ye û rola wan a mezin hebû di kêmkirina metirsî û gefên terorîstan li ser Ewropayê.”

Herwiha di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku her du aliyan amadebûna xwe nîşan dane ji bo ku pêwendiyên xwe di warê aboriyê de bihêztir bikin û li ser rewşa herêmê û seqamgîriya asayîşa Herêma Kurdistanê û Iraqê û herêmê gotûbêj hatiye kirin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye