Hereketa Azadî: "Dê di referandûmê de alîgirên xwe serbest bihêlin"

"Dilê wan dixwest ku hemû kurd bibûna yek û vê destûrê red bikirana, lê ew naxwazin navê Hereketa Azadî bi vê referandûmê qirêj bikin."

Derbarê pêşketinên siyasî yên doza kurd, derbarê nêrîna wan ya ji bo prosesa hilbijartinê û pêşketinên nav hereketên kurdan de Berdevkê Azadî yê Sedat Dogan agahî daye Sputnik Kurdistanê.

Berdevkê Hereketa Azadî Sedat Dogan derheqê pêvajoya amadehiyên guherîna Destûra Bingehîn ya Tirkiyê ya bi riya referandûmê de gotîye: "Dilê wan dixwest ku hemû kurd bibûna yek û vê destûrê red bikirana, lê ew naxwazin navê Hereketa Azadî bi vê referandûmê qirêj bikin."

Berdevkê Hereketa Azadî Sedat Doğan di dûmahîka axaftina xwe de gotîye: "Wan dixwest ku di van salên dawî de, doza kurd di çarçoveya rêbazên aştiyane de bihata çareserkirin, da ku ew jî di vê referandûmê de bibûna xwedî helwestek zelal. Lê mixabin şer û pevçûn jîyana rojane ya bajarên kurdan xera kir. Kurd jî di siyaset û fikrên xwe de her ji hevdû cida difikirin. Ji ber vê ye em dê ji bo referandûmê alîgirên xwe serbest bihêlin."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin