Her kesê ku rastî gefa kuştinê were, dê pasewan jê re were dabînkirin

Endamekî komîsyona navxwe û asayişê ya parlementoya Kurdistanê ragihand, êdî kî rastî gefa kuştinê were yan jî metirsî li ser hebe, dê jê re pasewan (parêzvan) bê dabînkirin.

Navenda Nûçeyan- Parlementerê Kurdistanê û endamê komîsyona navxwe û asayişê, Nizar Mela Xefar ji BasNewsê re got, di pirojeqanûna reforman de bendek li ser çawanî û çendetîya pasewanên wezîr û wekîl û berpirs û welatîyên normal, baregeh û dezgeh û cihên giştî heye.

Nizar Mela Xefar her wiha got, li gorî wê bendê, Wezareta Navxwe dê yekîneyeka taybet ya pasewantîyê ava bike. Êdî ti kes nikare bi serê xwe ji xwe re pasewanan destnîşan bike, her tişt dê ji alîyê Wezareta Navxwe ve were birêvebirin.

Wî endamê komîsyona navxwe û asayişê da zanîn, li gorî qanûna nû êdî her kes rastî gefa kuştinê were yan jî metirsî li ser hebe, dê jê re pasewan bê dabînkirin.

 Basnews

 

 

Siyaset Haberleri

Emar el Hedawî: Rêveberiya Xweser ne federalîzmê, nenavendiya îdarî dixwaze
Ferîd Sedûn: Ehmed Şer amade ye nenavendîbûnê qebûl bike
Şoriş Qadir: Em hêvî dikin geştên Swêd û Herêma Kurdistanê dîsa dest pê bikin
Hêzên Asayîşê: Hikûmeta Demkî li Helebê agirbest bin pê kir
Fuad Husên: Me bi Tirkiyeyê re li ser pirsgirêka avê û ewlehiya herêmê gotûbêjên girîng kirin