Her du bankayên mezin ên Îmarat û Îsraîlê peymana hevkariyê îmze kirin

Her du bankayên mezin ên Îmarat û Îsraîlê, Banka Îmaratê Emirates NBD Bank û bankaya Îsraîlê Bank Hapoalim peymana hevkariyê îmze kirin.


Li gor daxuyanîya Ofîsa Medya ya Hikûmeta Dubaî ya Îmaratê, ev peymana her du bankan di qada aborî de lihevkirina pêşî ye û dê berdewama hevkariyên aborî jî were.

Rêvebirê Emirates NBD Bankê Shayne Nelson da zanîn, ku bi îmzakirina peymanê re bankên wan bo kompaniyên li herêmê bûye hevkarekî girîng.

Herwiha CEOyê Bank Hapoalimê Dov Kotler jî diyar kir, ku ew peymana her du bankan dîrokî ye û ew dixwazin peywendiyan xurtir bikin.

Emirates NBD, ku li Dubaî banka herî mezin e, li welatên wek Erebistana Siûdî, Misir û Bahreynê kar dike.

Serokê Amerîka Donald Trump di 13ê Tebaxê de ragihandibû ku Îsraîl û Îmarat bo normalkirina peywendîyan li hev kirine.

Şandeyên payabilind yên Îsraîl û Îmaratê wê îro Sêşemê li Qesra Spî peymana normalkirina peywendiyan îmza bikin.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin
Îran bi lezgînî tunelên xwe yên mûşekan nûjen dike