Henifî Turan: Tirkîye tiştekî bidest naxe

Berdevkê Partiya Azadiya Kurdistanê Hanîfî Turan ji Rûdawê re axivî

Rûdaw

 

Tirkîye bi biryar e û xwe amade dike ku operasyoneke berfireh li Rojavayê Kurdistanê encam bide; li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê niha hemû partîyên Tirkî û Kurdî li hember helwesta hikumeta AK Partîyê pêgeha xwe zelal dikin, Partîyên Kurdî niha bûne xwedî helwestek hevpar û ew dibêjin ev operasyon li dijî destkeftîyên Kurdan e; Tirkîye PKKê ji xwe re dike hincet.

Berdevkê Partiya Azadiya Kurdistanê Hanîfî Turan ji Rûdawê re got: “Tirkîye bi vê siyaseta xwe dê tu tiştek bi dest nexe, em wek Partîya Azadîya Kurdistanê vê helwesta Tirkîyê ya li hember Rojavayê Kurdistanê  şermezar dikin."

Partîyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê  di dema xwe de li hember operasyonên Mertala Ferat û Çiqla Zeytûnê jî derketibûn û bi daxûyanîyên hevbeş destêwerdana Tirkîyê şermezar kiribûn.

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir