Hengaw: Li Rojhilatê Kurdistanê di meha Tîrmehê de 20 kesan întihar kir

.

 Li Rojhilatê Kurdistanê di nav meha Tîrmeha 2021ê de, herî kêm 20 kesan întihar kiriye ku ji wan 6 kes temenê wan di bin 7 saliyê de bûne.

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê li hejmarek bajarên Rojhilatê Kurdistanê ji destpêka meha Tîrmehê ve herî kêm 20 kesan di bûyerên xwekuştinê de can dane.

Hengawê diyar kiriye ku 6 ji kesên di bûyerên întiharê de can dane 3 keç û 3 kurên temenê wan bin 7 saliyê ne ku di bûyerên întiharê de 9 jin û 11 mêran can daye ku wekî sedem jî pirsgirêkên malbatê û hejarî tê nîşandan.

Li gorî amarên Hengawê bajarên bûyerên xwekuştinê çêbûne ev in:

Li Eyaleta Îlamêi: 1 zilam

Kirmanşah: 6 mirin (2 jin, 4 zilam)

Eyaleta Kurdistan (Senendaj): 1 mirin (jinek)

Urmiye: 12 mirin (6 jin, 6 zilam)

Hengawê daye xuyakirin ku bûyerên întiharê ji ber hejarî, bêkarî, pirsgirêkên malbatî û depresyonê pêk hatine û wan kesan bi çek, xwe daliqandin, standina heban û çekê întihar kirine.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye