Heneka 1ê Nîsanê û Mesela Alfabê

Nezîr Cibo

 

Roja yekê Nîsanê di malpera rupelanu.com ê de nûçeyek wiha liber çavê min ket. Nûçe li ser navê Serokwezîr Berzanî wîha digot:

“Me biryar da, em derbasî alfabeya Latînî dibin”

Çawa çavê min li vê hevokê ket îcar ji kêfa min berdewama nûçê nexwend û heman demê min xwest vê nûçeya xweş bi dost û havalan re parve bikim. Lewma di facebookê de weşand. Gelek haval û dost wek min dilşadî û kêfxweşîya xwe anîn ziman. Lê piştî demek kin hat fam kirin ku rastîya nûçê tune û wek heneka 1ê Nîsanê hatîye weşandin. 

Bawerîya min ewe ku kesên ev henek amade kirin, bi zaniyarî  ya dilê gelek Kurdî anîne ziman û bi vî ewayî xwestin ku mesela alafabê têxin rojevê.

Bî vê sebûnetê ez dixwazim di vê derheqê de çend peyva bêjim.

Bikaranîna alfaba Erebî lî hemberî pêşketina ziman û têkîlîyên Kurdan ên çandî de, bi her ewayî kêmasî û astengîye. Ez neziman nasim lê bi rehatî karim bêjim ku alfaba Erebî ne ligora fonetîk û gramera zimanê Kurdî ye. Ev yek.

Ya dudoya; Nivîs û xwendina Alfaba Erebî zor e. Lewma ji bo zêde bûn û pêşveçuna xwendîn û nivîsarîya kurdî astengîyek mezîne.

Ya sîsîyan;

Perwerdeya piranîyek Kurdan bi alfaba Latînî ye. Lewma ragihandin û rêkeftina nav Kurda qut dike û her wiha cudatîya nav zaravayên kurdî kur dike.

Ya çara;

Alfabe ya Erebî ji bo têkîlî û munasebetên Kurda yên bi welatên  Evrupa û Dinyayê re jî astengîyek giringe. Ji xeynî welatên Ereban pêve di dinyayêde tukes vê Alfabê bikar nayîne. Lewma ji bo danasîn û ragihandina folklor, dîrok, sîyaset û çanda Kurda kêmasî û lawazîyek darî çav e.

Ya penca;

Xala herî mihim: Bikar anîna alfaba Erebî li hemberî têkîlîyên Başur û parçê Kurdidstanê yên din astengîyek cidîye. Her wîha li saranserî Kurdistanê hestên millî kêm û lewaz dike. Ev jî îhtîmala ku di pêvajoyê de, her parçê Kurdistanê  wek neteweyek cuda werin sazkirin. 

Ji ber van sedeman ez hêvî dikim ku serokatîya Başur di vê derheqê de biryarek nehenek bide û dev ji alfabeya Erebî berde, biryara bikaranîna alfabeya Latînî bide.