Hemze Bîn Ladîn hat kuştin!

Doh şev çarşemê 31-07- 2019an ajansa NBC ya Amerîkayê belav kir ku Hemzeyê kurê Bîn Ladîn yê di şûna wî da bibû serokê rêxistina terorîstî ya El Qaîdeyê hatiye kuştin.

Doh şev çarşemê 31-07- 2019an  ajansa NBC ya Amerîkayê belav kir ku Hemzeyê kurê Bîn Ladîn yê di şûna wî da bibû serokê rêxistina terorîstî ya El Qaîdeyê hatiye kuştin.

Ligor berpirsên Amerîkayê ji medyaya welatê xwe ra aşkere kirine ku Hemze Bîn Ladîn cîgirê Bîn Ladîn bû û pîştî kuştina Bîn Ladîn Hemze bibû serokê El Qaîdeyê. Herwiha ew hatiye kuştin.

Hîç zanyarîyek derbarê buyera kuştina Hemze Bîn Ladîn da nehatiye belav kirin. Cihê kuştina wî û dema kuştina wî jî ji aliyê berpirsên Amerîkayê va nehatiye aşkerekirin.

Hemze Bîn Ladîn 30 salî ye. Roja pêncşemê Wezareta Derve ya Amerîkayê diyarkiribû ku her kesek derbarê Hemze Bîn Ladîn da zanyariyê bide hêzên wan bibe arîkar ku Hemze Bîn Ladîn bihê desteserkirin wê milyonek dolar bidin xelatê bidin wî.

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye