Tevgera Hemasê amadekariyan dike ku hilweşandina "Lijneya Şopandina Karên Hikûmetê" ya li Kerta Xezzeyê ragihîne. Ev pêngav wekî nîşaneyekê tê dîtin ku Hemas dixwaze rê li ber birêvebiriyeke nû ya teknokrat veke.
Rojnameya "Asharq Al-Awsat" ya ku li Londonê çap dibe, li ser zarê çavkaniyên agahdar ragihand, serokatiya Hemasê biryara hilweşandina hikûmeta xwe daye. Armanca vê biryarê ew e ku rê li ber "Lijneya Birêvebirina Xezzeyê" yan jî ya ku wekî "Lijneya Teknokrat" tê naskirin, were vekirin.
Ev lijneya nû ku ji aliyê kesayetiya Filistînî Elî Şe’es ve tê birêvebirin, nêzîkî şeş meh berê hatiye avakirin. Lê belê ji ber dorpêç û astengiyên Îsraîlê, heta niha endamên lijneyê nekarîne derbasî hundirê Kerta Xezzeyê bibin û dest bi karên xwe yên îdarî bikin.
Çavkaniyekê ji nav Tevgera Hemasê diyar kir, dibe ku biryara hilweşandina hikûmetê îro 6ê Tîrmehê bi fermî were eşkere kirin. Çavkaniyeke din a tevgerê jî tekez kir ku "dem pir nêzîk e", lê saeteke diyarkirî ji bo ragihandinê destnîşan nekir.
Ev biryara Hemasê piştî nêzîkî du dehsalan tê. Hemasê di sala 2007an de, piştî pevçûnên bi Tevgera Fetihê re, kontrola îdarî û serbazî ya Kerta Xezzeyê bi temamî girtibû destê xwe.
Di heman demê de, tê payîn ku di nav du rojên bê de li Qahîreya paytexta Misirê, di navbera Hemas û aliyên din ên Filistînî de civînên nû werin lidarxistin. Armanca van hevdîtinan, lihevkirina li ser qonaxa duyem a agirbestê û dîtina çareseriyekê ji bo birêvebirina Kerta Xezzeyê ya piştî şer e.