”Hemahengî û danûstendina di navbera perçeyên Kurdistanê de girîng e!”

Cîgirê Wezîrê Rewşenbîrî yê Herêma Kurdistanê li Amedê seredana PAKê kir.

Cîhgirê Wezîrê Rewşenbîrî yê Herêma Kurdistanê Dr.Salar Osman di 18.07.2017an Seredana Rêxistina Amedê ya PAKê kir.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik û rêveberên PAKê pêşewazîya Dr.Salar Osman kirin.

Rêzdar  Dr.Salar Osman, ji bo vê pêşewazîyê spasîya rêveberên PAKê kir. Mustafa Özçelik bixêrhatin û spasîya Salar Osman kir.

Dr. Salar Osman û reveberên PAKê di derbarê rewşa bakurê Kurdistanê û referandûma serxwebûna başûrê Kurdistanê de bîr û rayên xwe anîn zimanî. Û di pêwîstî û girîngîya hemahengî û danûstendina di navbera herdu perçeyên Kurdistanê de hemfikir bûn.

Hevdîtina Cîhgirê Wezîrê Rewşenbîrî yê Herêma Kurdistanê Rêzdar  Dr.Salar Osman  û rêveberên PAKê di atmosfereke dostane û germ de derbas bû. 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin