Helwesta ereban li hember Tirkiyeyê hişk dibe!

Wezîrê Karûbarên Derve ya Dewleta Îmaratê Enwer Qerqaşî bangî Tirkiyeyê kir ku giringiyê bide serweriya erebî û bi mentiq û aqilane li gel cîranan tevbigere.

Qerqaşî îro li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsî: "Ji çavdêran re diyar e ku têkiliyên dewletên erebî û Tirkiyeyê ne di asta xwe ya herî baş de ye. Ji bo ku hevsengî vegere, divê Enqere rêzê li serweriya ereban re bigire û bi mentiq û aqilane li gel cîranan bide û bistîne."

 

Wezîrê îmaratî wiha dewam kir: Destwerdana li dewletên erebî yên sereke û piştirtina tevgerên îdeolojîkirî da ku rejîman bi tundûtûjiyê biguherînin, ne rêyeke aqilane ye li himberî cîranan. Ji Enqereyê tê xwestin ku rêzê li serweriya dewletên erebî bigire û giringiyê bidê."

Di berdewamiyê de Qerqaşî got: Cîhana erebî dê ji aliyê cîranên xwe ve neyê birêvebirin û mercên niha dê her wiha nemÎnin. Divê dewletên cîran di danûstendina xwe li gel ereban de cudahiya navbera rastî û efsaneyan de bizanin."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin