Helebce- Tohmetbarek ji ber belge û maddeyên terorê hat desteserkirin  

.

Rêveberiya Asayîşa Şarezûrê aşkere kiriye tohmetbarekî ku madde û bellgeyên terorê pê re bû ji aliyê wan ve hatiye desteserkirin.

Îro roja sêşemê 09/2/2021ê di daxuyaniyekê de Asayîşa Şarezûr aşkere kiriye hêzên wan li gundê Xêlê Heme, çend madde û belgeyên diruşmeyên koma terorîstî ya Ensarûl Îslamî li ser hebûne dîtiye û di encama lêkolînê de  tometbarekî bi navê (S. M. Q), hatiye desteserkirin û bo dadgehê hatiye veguhestin  û derbarê keysa wî de lêkolînê dest pê kiriye.

Herwuha di daxuyaniyê de hatiye aşkerekirin jî wî tohmetbara li xwe mikur hatiye ku ew kar ji bo îslama tûndrew dike û dijberiya hêzên emnî û hikûmî dike û ser bi koma terorîst a Ensarûl Îslamî ye. 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye