''Helebce li cîhanê bûye nasname û sembola xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê''

.


 Bi boneya 33yemîn salvegera kîmyabaran û komkujiya Helebceyê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyamek belav kir û diyar kir; Helebce li cîhanê bûye nasname û sembola xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê, loma divê her dem bîranîna şehîd û qurbaniyên vê tawanê, zindî bimîne.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Di 33yemîn salvegera kîmyabarana bajarê Helebce û derdora wê de, em bi rêz û rûmet şehîdên vê tawana mezin a rejîma Beesê bi bîr tînin, ku çekên qedexekirî, bi hezaran mirovên bêtawan şehîd kir û bi hezaran jî birîndar kir, ku hinek ji wan heta niha jî ji destê êş û janên wê dinalin.

Helebce li cîhanê bûye nasname û sembola xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê, loma divê her dem bîranîna şehîd û qurbaniyên vê tawanê, zindî bimîne û hewldanên me berdewam bin ji bo ku hikûmeta Iraqê qerebûya malbatên şehîdan û birîndarên vê tawana mezin bike û em bixebitin da ku rê li ber dubarebûna jenosîdkirina gelê Kurdistanê û her gel û netewe û pêkhateyên din li cîhanê were girtin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku berhema xwîna şehîdan e, her dem xizmetkirina li malbatên serbilind ên şehîdan, weke erkê xwe yê ewil dibîne. di çend rojên derbasbûyî de di çarçoveya projeyên pêşvebirina parêzgehan û projeya wezaretan de, me rizamendî li ser çendîn projeyên xizmetguzarî di warên pir, rê, av, elektrîk, nûjenkirina dibistan û nexweşxaneyên parêzgeha Helebceyê de da. Ez hêvî dikim di siberojê de em bikarin xizmeteke şayestetir ji bo Helebce û deverên din ên Herêma Kurdistanê bikin.

Ez bejna xwe ji bo rêzgirtinê li ber şehîdên Helebce û hemû şehîdên Kurdistanê ditewînim û her dem di bîra me de ne.

Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Kurdistan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk di derbarê ‘’pêvajoya heyî’’ û behsên guhertina hinek yasayan de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Parlamentoya Sûriyeyê çend Kurd hene û kî ne?
Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin