Bi qîrin û hawara şaîrên welatên bindest, ew welatina azad û rizgar dibin!..
Awê Balî
HELBESTVANÊ KURD YÊ NAVDAR
-PÎREMÊRD-
(1867- 15 ê Pûşperê “Xezîran” 1950)
Di gûftigoya helîna helbestvanên Kurd de, hêlîna helbestan „Behdînan“ an jî „Navçeya Soran“ e? Ew pirsa helbestvaniyê bi xwe re pirsek helbestvaniyê dîn anî holê! Gelo ma hêlina helbesta cîhanê kîder e?! Pirsek wûsa ji min were pirsîn, bê guman ez dikarim bêjim ku: „Hêlîna helbesta cîhanê bê guman Kurdistan e!..“ Ji ber ku bi hezaran Kurdên helbest nivîsandin û yên rojane îro helbestan dinivisînin hene!.. Helbest û helbestvan bi jiyan û bi azadiyê ve bi hevûdure hatine girêdayin!..
Lê belê di vê gotarê de ez dixwazim di nav hezar helbestanî Kurd zêdetir de helbestvanekî Kurdistanê gewre bi xwendevanan bidim nasandin. Ew helbestvan li navçeya Soran ji dayka xwe bûye. Navê wî yê helbestvanî „Pîremêrd“ e! Ew Kurdekî welatparêz, serbilind û êvîndarê azadiyê ye!..Ya wî mêrxwasî mezintir dike, cara yekem ew di nav welatparêzên dema xwe de li Stenbolê, ew jî di nav wan pêşengên Kurdan de bû! Wî û bi hevalên xwe yên wê demê cara yekemîn bi rêxistinî û bi çapemeniya Kurdî ya netewî organîze kirin! Ew helbestvan, rojnamevan û rexnegirê Kurdan yên mezin ji wana yek bû. Navê wî yê rasteqîn „Tewfîq Mehmûd“ e!..
Tewfîq Mehmud, kurê Mehmûd Axayê kurê Hemze Axa ye. Ew di salên xwe yên têgîhiştî de ji bo pêkanîna ferza Xwedê çûye hecê. Ji ber vê yekê navê wî bûye "Hacî Tewfîq"! Ev nav di jiyana wî de wûsa cihê xwe girtiye ku, bûye navê wî yê hêmanî û her kes bi wî nasnavî ew helbestvanê mêxwas dinasin! Heya bi xwe jî, xwe bi vî nasnavî dide nasandin!..
Di giraniya berefokên (antolojiyên) wejeya Kurdî de, dîroka wêjeya Kurdî û pirtûkên dîn de jî bi vî nasnavî ew hatiye nivîsîn û nasandin. Destpêkê de wî perwerdehiya olî (dînî) li navçeya Soran li bajarê Silêmaniyê girtiye!.. Wê demê di ew salande erda İraqê û Kurdistanê bi Dewleta Osmaniyan ve hatî bû girêdayîn!.. Ew ji bo xwendina xwe ya bilind diçe bajarê Stenbolê û li Fakulteya Dadê (Huquq) dixîne û wê kuta (xelas) dike…
Di dema xwe de Dewleta Osmaniyan di pir aliyan de ji bo Kurdan ji Dewleta Komara Tirkiyê ya îro pêşvatir bû! Wê demê de li ser ziman û li ser nîjada Kurd wek îro ewqas înkar, zilm û zordestî nîn bû!.. Di medreseyên Kurdistanê de dersên wêjeyî û olî bi Zimanê Kurdî dibûn! Li paytextê Osmaniyan li Stenbolê bê jimar paşa û zanayên Kurd di seraya Osmaniyan de kardest bûn! Lê dîsa jî li ser Kurdan bandorek rêzanî (siyasî) her hindik be jî wek îro hebû!..
Dema Pîremêrd li Stenbolê bû, wî jî ciyê xwe di nav ronakbîr û welatparêzên Kurd yên wê demê de girtî bû! Cara yemen Pîremêrd di nav avakarên „Kürt Teavün Terakki Cemiyeti“ de ciyê xwe digire. Bi navê ew rêxistinê rojnameyekê jî didin weşandin. Pîremêrd, dibe berpirsiyar û xwediyê rojnameyê! Di wê demê de bi Seyid Abdûlkadîr û Mustafa Paşa Yemûlkî ve dayîn û sitandinên xwe yên welatparêzî pêşva dibe. Ew jî li gel Kurdên ronakbîr yên dixwestin Kurdistanê ronahî bikin û ber bi azadiyê bibin ciyê xwe digire!..
Di navbeynê salên 1922 û 1925 an de, helbestvan û rewşenbîrê Kurd Pîremêrd (Tewfîq Mehmûd Hemze) piştî xebatên xwe yên li Tirkiyeyê (Amasya) vegeriya Silêmaniyê! Di vê demê de, ew dest bi xebatên xwe yên çandî û rojnamegeriyê dike. Paşê di sala 1926 an de dibe serokê rojnameya "Jiyanewe" bi wateya -Vejîn- Dîsa li Stenbolê Komela Pêşketina Kurdistanê (Kürdistan Teali Cemiyeti) di navbera salên 1918-1919 an de li Stenbolê bi navê „Jîn“ kovara dîrokî ya Kurdistan diweşînin!.. Di ew tevgera Kurdan ya di destpêkê girîng de rolê Pîremerdê nemir gelek e!..
Wê demê Dewleta Osmanî û rêvabirên wê ji wan çalakiyên Kurdan nerazî û nerehet bûn! Hukumatê Stenbolê ji berku Pîremêrd ji navenda hukumatê dûrxin û tayîna wî ya bi navê qaymeqamîtiyê li sala 1909 an de cara yekem ji bo Colemêrgê (Hakkarî) derdixînin! Paşê dîsa wî di sala 1918 an de ji bo waliyê bajarê Amasyayê ku heya hukumatê Osmanî dixile, ew li wir ser karê xwe yê walîtiyê û bi malbeta xwe va li Amasya dimîne!..
Dema Dewleta İraqê saz dibe, ew karê xwe û malbeta xwe li Amasyayê dihêle û vedigere welatê xwe! Li Kurdistanê di nav gelê Kurd de ew azadiya gelê xwe digere! Bi serbilindî helbestan dinivisîn û bi awazekî berz wana di nav gelê Kurdistan de dixwîne û dibêje! Çi mixabin wê demê jî wek îro yekîtiya Kurdan ya di nav xwe de tune bû!.. Di wê demê de jî Kurdan di nav xwe da yekîtiya xwe pêk ne anîne! Kurd azadiya xwe li Başûrê Kurdistanê jî carek dîn wenda dikin!.. Başûrê Kurdistan ji Osmaniyan xelas dibe û vê carê jî di bin bandora Ereban de bi Komara Dewleta İraqê va têye girêdayîn!.. Ew rewş heya dewleteke federal ya serbixwe bi navê "Dewleta Kurdistan ya Federal" 4 ê Tîrmeh sala 1992 an de bi navê „Hikûmeta Herêma Kurdistanê (KRG)“ hate damezrandin! Hilbijartinên parlamentoyê hatin kirin. Bi awayekî fermî û navdewletî dewleta Kurd sazdibe. Li İraqê, Herêma Kurdistan (Başûrê Kurdistanê) ew îro xwediyê statuyeke xweser ya federal e!.. Lê pêwiste ku em bêjin ji salan vir de PDK û YNK herdu partiyên Kurdan yên mezin, nikarine ku bi hevûdu re tev hukimatek Kurdan tevûhev saz bikin! Vê carê jî heke Kurd sernekevin, têkçûna dewletê, mane ji neyaran girtin hêdî ji Kurdan re şerm e!..
Dema ez vegerim mijara xwe, zarokatiya Pîremêrd li bajarê Silêmaniyê di nav malbetek rewşa xwe ya aborî baş de derbas bûye! Ne dewleta Osmanî, ne jî Erbên wê demê yên bindestê Osmaniyan de tesîra wan li ser malbeta Pîremerd ewqas jî ne giran bû! Wî di rewşek wûsa baş de zanîn û perwerdeya xwe ya zarokatî ji malbata xwe û zanayên wê demê yên bajarê Silêmaniyê ji yên nav û deng digire! Di emrê xwe yê 6-7 salî de dest bi xwendina Qur'ana pîroz dike û di demeke kin de wê diqedîne! Dûvre derbazî medreseyên Kurdistanê dibe! Paşê dest bi jiyana medreseyê û xwendina wê dike. Di wê demê de hin pirtûkên Kurdî, yên Erebî û Farisî jî dinase û dixwîne. Ji bo baştirîn hînbûna zimanên beyanî ew diçe cem Mele Mihemedê Pêşrewê û li mizgefta Hemze Axa bi cîh dibe! Li wir demek dirêj dimîne û ew zimanên beyaniyên dinase û dixwîne. Him xwendina medreseyê diqedîne û him jî zimanê Erebî, Osmanî û Farisî baş hîn dibe. Di ber xwendina xwe re ew, wê demê gelek helbestên hozanên Kurd, Ereb û Faris jî dinase û di ber çavên xwe re derbas dike! Ew baş hînî wêjeya Faris û Ereban jî dibe... Hin caran bi van zimanan jî helbestên xwe dinivisîne!..
Helbestên Pîremerd yên bi zimanê Kurdî û bi zaravayê Soranî hatin nivisîn, bi tewamî di berhema wî ya berhevokan (Dîwan) ya bi navê „Helbestên Kurdî“ de cîh digirin. Pîremerd di nav gelê xwe de helbestvan, rojnamevan û rewşenbîrê Kurd yê mezin têye nasîn! Bi navê „Tewfîq Mehmûd Hemze“ û bi nasnameya xwe ya „Pîremêrd“ ew di nav gelê Kurdên Başûr de gelek tê hezkirin û têye nasîn!..
Pîremêrd li ser folklora Kurdî jî gelek lêkolîn pêk anîne! Ew, yek mirove ku ji sitûnên wêjeya (edebiyata) Kurdî ya nûjen de ye! Di dîwana wî de pir helbestên giranbûha hene! Berhevoka helbestên rojnamevan û rewşenbîrê mezin yê Kurd Pîremêd di wêjeya Kurdî ya nûjên de ciyekî xwe yê teybetî girîng û fireh heye! Pîremêrd (Tewfîq Mehmûd Hemze) li seranserê Kurdistanê bi hedlbestvaniya xwe û bi serbilindiyek neteweperwer tê nasîn û bi ew teybetmendiyên xwe bi nav û deng e!..
Dengbêje Kurd Hesen Zîrek (Hassan Zirak) yê bi navûdeng, di jiyana xwe de 1500 kilamên Kurdî civandine û bi awazê xweyî delal xemilandine û gotine!.. Ji wan sitranan yek jî ya li her derdora Kurdistanê ya têye gotin helbesta xwe ya bi navê „Newroz“ e! Dengbêjê Kurd Hesen Zîrek, gotinên strana „Newrozê“ ji helbesta Pîremêrdê nemir ya nûser (orijinal) ku bi zaravayê Soranî hatî nivisîn girtî ye!.. Helbesta Newroz wûsa ye:
NEWROZ
Em rojî salî tazeye, newroze, hatewe
Cejnêkî konî Kurde be xoşî behatewe!
Çen sal bû gulî hîway ême pest bû takû par,
Her xwênî lawekan bû: gulî alî newbehar!
Ew renge sûre bû ke le asoy bilindî Kurd
Mizgêny î beyanî bo gelî dûr û nêzik debird!
Newroz bû agrekî wehay xiste cergewe,
Liwan be eşq de çûn berew piry mergewe!
Wa roj helat le bendenî berzî wilatewe,
Her xwênî şehîde, rengi şefeq, şewiq dedatewe!
Ta êsta rûynedawe le tarîxî milletan,
Qelxanî gulle; singî keçan bêt le helmetan!
Bo şehîdî weten pêynawê şîwen û girîn,
Namirin ewaney le dilî millet da dejîn!..
Di aliyê lêhengiyê û Kurdperweriyê de helbesta Pîremerd ya bi navê „ Ême Ke Kurd în“ bi zaravayê Soranî li jêr wûsa ye:
ÊME KE KURD ÎN !..
Ême ke Kurd în le laman wa ye
Zubanî kurdî zor bêhawta ye
Lawikî Kurdî dengî zebûr e
Cennetul me’wa le şarezûr e
Selahedîn û Kerîm Xanî Zend
Baba Erdellan şay Koy Demawend
Qareman Qadir, fîdayî Fu’ad
Le rêy weten da be cennet bû şad
Gewrey hîç qewmêk wek gewrey kurdan
Le rêy weten da nebûn be qurban
Fîkrî mîlletyan îhya kirdewe
Qedrî wetenyan e’la kirdewe
Şad în ey mîllet bo em gewrane
Fexrî tarîxî layeq be wan e
Nawyan win meken be xas û be ‘am
Ta ku deskewê rojî întîqam
Bêne cûllecûll, ba rohyan şad bê
Pêy mîlletekem le bend azad bê
Kiçanman le jêr beydaxî reş da
Çaw hellnehênin be xwênî geş da
Be xwênî lawan weten necoşê
Mîllet bo weten siya nepoşê
Hezarî wek min heta nekujrê
Be qellemî xwên şîwen nenûsrê
Em mîlletey Kurd rizgarî nabê
Bê şik em îşe ebê her wa bê
Têbînî: Di ew helbestê Pîremêrd „ÊME KE KURD ÎN!..“ di hevoka dawî de:“ Heke ew mîletê (netewe) Kurd rizgar nebe, bê şik (bê guman) karûbarê me jî yê her berdewam bibe!„ dibêje!.. Helbest wek nivîsandina helbestvan bi xwe nivisî hatiye amade kirin! Bes hinek guhartinên piçûk hatin serast kirin! Çi mixabin deverên Kurdistanê gelek wek Kurdiya Bakûr di nivîsandinên xwe de rastnivîsînên cûda cûda bi kartînin!.. Ez bawer dikim ku rastnivîsandina Kurdiya heri rêzimanî (girametîk) li Bakûrê Kurdistan ji aliyê zimanzanan de bi kar têye!.. Zaravayê Zazakî û Soranî di pir aliyan de fonetîk û rêzimanî nêzîk hevdûne! Soranî û devoka Behdînan hinek ji hevûdu cûda ne! Zanîngehên li Kurdistana Başûr navên wan li jêrin: Zanîngeha Selaheddîn-Hewlêr (Salahaddin University-Erbil): Yek ji mezintirîn û kevintirîn zanîngehan e li Hewlêrê. Zanîngeha Silêmaniyê (University of Sulaimani): Zanîngeheke sereke ya dewletê ye li bajarê Silêmaniyê. Zanîngeha Dihokê (University of Duhok): Navendeke sereke ya xwendinê ye li parêzgeha Dihokê. Zanîngeha Koye (Koya University): Li bajarê Koyeyê ye û xwedî sîstemeke nûjen e. Zanîngeha Helebçeyê (University of Halabja): Li bajarê Helebçeyê hatiye avakirin. Zanîngeha Raperîn (University of Raparin): Li navçeyên Ranye û Qeladizê çalak e. Zanîngeha Germiyan (University of Garmian): Li herêma Germiyanê xizmet dike. Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê - Dihok (AUK): Zanîngeheke taybet ya bi sîstema Amerîkî li Dihokê ye. Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê - Silêmanî (AUIS). Ew zanîngeheke taybet ya navdar li bajarê Silêmaniyê ye. Van zanîngehan beşdarî pêşketina perwerdeya bilind û lêkolînên zanistî li herêma Kurdistanê dibin û derfeta xwendinê ji bo xwendekarên Kurd yên parçeyên dîn jî peyda dikin. Hêdî xwendekarên parçeyên dîn jî dikarin li zanîngehên Başûrê Kurdistanê bixwînin û doktoreyên zanistî jî amade bikin!..
Di bernemeya wan zanîngehan de ziman û dîroka Kurdan jî wek ders têne dayîn! Di destpêka Zanîngeha Bexdayê de Beşê Kurdologiyê heya ew salên dawî çalak û her hebû!..
Li gor nûçeya Rûdawê ya rojane di zanîngeha Bexdeyê da: „Li zanîngeha Begdayê de mamosteyên dîrok û zimanê Kurdî herku diçin hindiktir dibin! Di rewşek wûsa de dûweroja ew beşên Kurdî bi girtinê ve rûbirûyî hevin“ têye gotin!.. Ji ber ku zanîngehên li Kurdistanê têhrî xwendevanên Kurd dikin!..
12 GULAN ‚2026
Abuzer Bali Han
-Nivîskar-