Helbestvan Baqî Şefî koça dawî kir

Helbestvan û nivîskarê kurd Baqî Şefî ji ber nexweşîyê li bajarê Pawe yê Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê koça dawî kir.

Navenda Nûçeyan - Ligor zanyarîyan, duhê derengê şeve roja şemîyê 04.04.2020an helbestvan û edîbê naskirî li Rojhilatê Kurdistanê Baqî Şefî, tûşî nexweşîya celteya mejî dibe û bo nexweşxaneya Paweyê tê veguhestin. Herwiha ji ber nexweşîya giran li nexweşxaneya Paweyê ya ser bi parêzgah Kirmaşanê koça dawî kirîye.

Helbestvan Baqî Şefî di sala 1947an de li Paweyê li herêma Hewramanê ji dayik bûye. Ji ber nebûna derfetan nikarîbûye here dibistanê û bixwîne. Lêbelê işqa xwendina helbestan û honanadina helbestan pê re çêbûye û bi berdewamî li ser efsane û zargotina Hewramanê kar kirîye.

Keça Baqi Şefî Çinûr Şefî  di sala 2006an de helbestên bavên berhev kirîye û çap kirîye. Herwiha Baqî Şefî çarînên Baba Tahirê Hemendanî jî tercûmeyî kurdîya hewramî kirîye û ew jî di heman salê de çap bûne. Herwiha 2 berhemên wî jî bo çapê amade ne.  

Ligel helbestvanîyê Baqî Şefî, berhevkarîya kelûpelên Hewramanê jî kirîye û derbarê kultura kevin a Hewramanê de muzaxaneyeke amûrên qedîm ê Hewramanê ava kirîye.

Basnews

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Ez naxwazim Tirkiye were başûrê Sûriyeyê
Sebah Numan: Lêkolîn derbarê êrîşa li ser nivîsgeha Serokwezîrê Herêmê berdewam e
Mamoste û xwendekar dixwazin ku waneyên zanistî jî bi Kurdî bin
Gulan Avci: Gefa kuştinê li min û zarokên min hat xwarin
NATOyê li ser vekişîna ji Îraqê daxuyanî da