Hekkarî û Şirnex weke parêzgeh dimînin

Hekkarî û Şirnex weke parêzgeh dimînin, teklîfa kayyûmê jî paş ve hat kişandin.

Pêşniyara qanûna ku Hekkarî û Şirnexê ji parêzgehiyê dadixsit asta navçeyan, paş ve hat kişandin. Weha ku Hekkarî û Şirnex weke parêzgeh dimînin. Li aliyê dinê teklîfa qanûnê ya derheq destdana ser şaredariyan(Kayyûm) jî paş ve hat kişandin.

Hejayî gotinê ye ku ev demeke hukumeta tirk hewl dida ku Gever ji dêvla Hekkariyê û Cizîrê ji dêvla Şirnexê bike parêzgeh û wan jî bike navçeyên wan. Ehlên Hekkarî û Şirnexê jî bi gelek awayan nerazîbûna xwe nîşan didan û israr dikirin ku weke parêzgeh bimînin.

Herwisa hukumetê bi hewla kayyûmê dil dikir dest deyne ser şaredariyên di destê DBP û HDPê de.

Di Meclîsa tirk de paş ve stendina van her du teklîfên qanûnê, bû sebebê dilxweşiyê.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin