'Heke Tirkiyê S-400an bikire, pêvajoya kirrîna Patrîotan dê bi dawî bibe

Rayedarekî pilebilind ê Amerîkî ragihand, civînên li Washingtonê yên digel rayedarên tirk, berhemdar derbas bûne.

Herwiha got, heke Tirkiye S-400an bikirre, wê beşdariya xwe ya bo programa F-35an dê bikeve metirsiyê, pêvajoya kirrîna Patrîotan dê bidawî bibe û rê li ber sepandinên Amerîkayê veke.

Wî rayedarî herwiha da zanîn ku civînên digel rayedarên tirk ên li Washingtonê, berhemdar derbas bûne û Amerîka wê ji Sûriyê vekişe, şik tê de nîne, wê nîgeraniyên Tirkiyê jî ji holê rake û li Bakurê Sûriyê Amerîka, beyî ku Beşar Esed vegere Bakurê Sûriyê, bi pêşengiya Neteweyên Yekgirtî li ser plana çareseriyeke siyasî dixebite.

Wî rayedarî da xuyakirin, nexşerêya Minbice bilez bûye.

Li ser wergirtina çekên di dest YPGê de got, ewan hin soz dane Tirkiyê heta rewşa qadê destûrê bide, dê ew soz werin bicihkirin lê weke tê zanîn li qadê rewşên pir dijwar hene.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin