Hejmara qurbaniyên erdheja Bakur û Tirkiyê gihîşt 46 hezar û 104 kesan

.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, ji ber erdhejên ku navenda wê parêzgeha Mereşê bû, 46 hezar û 104 kesan canê xwe ji dest dane.

Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix  û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn.

Ji ber erdhejê li bajarên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojavayê Sûriyê jî hejmarek mezin ji avahiyan hilweşiyan û bi hezaran kesî canê xwe ji dest dane.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li herêmên erdhej lê rû dane, ji bo 3 mehan Rewşa Awarte ragihandiye.

Kurdistan Haberleri

Arêşeya şêwandina navê Kurdî di kerta niştîmanî û pasportan de tê çareserkirin
Li dijî zextên Talîbanê 44 welat bûn yek: Ji cîhana Îslamî tenê Îmarat heye
Li Efrînê dest bi kampanyaya 'Mala min mafê min e' hat kirin
Rezaî: Divê ewlehiya sînorên me yên bi Herêma Kurdistanê re were parastin
Di Navbera Daxwaza Zanistî û Polemîka Sîyasî de Nîrxandina Kritik Li Ser Berhemê Serkan Acar “Rusya’da Kürdoloji Çalışmaları”