Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona Nêzî 80 Mîlyonî Dibe

.

Pêketîyên vîrusa korona nêzî 80 mîlyonî dibe. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 79,705,275 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 18,7 mîlyon e. Li dû Amerîka bi pirtir ji 10 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 7,4 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,747,531 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 329,798 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 190,006 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 95,440 kes bi vîrusa korona ketine û 4,769 kes bi wê mirine.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye