Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona Nêzî 70 Mîlyonî Dibe

.

Hejmara pêketîyên vîrusa korona 69 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 69,354,040 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 15,5 mîlyon e. Li dû Amerîka bi pirtir ji 9,7 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi pirtir ji 6,7 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,577,875 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 291,307 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 178,995 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 94,010 kes bi vîrusa korona ketine û 4,748 kes bi wê mirine.

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye