Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona Nêzî 55 Mîlyonan Dibe

.

Hejmara pêketîyên vîrusa korona 54 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 54,387,570 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 11 mîlyon e. Li dû Amerîka, bi 8,8 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 5,8 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li seranserê cîhanê 1,317,302 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 246,217 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 165,798 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 91,850 kes bi vîrusa korona ketine û 4,742 kes bi wê mirine.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye