Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 68 Mîlyon Derbaz Kir

.

Hejmara pêketîyên vîrusa korona 68 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 68,010,230 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 15 mîlyonan e. Li dû Amerîka, bi 9,7 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 6,6 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,552,369 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 285,190 mirinên ji vîrusa korona di rêza pêşî de ye û li dû wê bi 177,317 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 93,770 kes bi vîrusa korona ketine û 4,746 kes bi wê mirine.

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye