Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 45 Mîlyon Derbaz Kir

.

Hejmara pêketîyên vîrusa korona 45 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 45,041,948 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 8,9 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 8 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 5,4 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li seranserê cîhanê 1,118,321 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 228,668 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 158,969 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 91,299 kes bi vîrusa korona ketine û 4739 kes bi wê mirine.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye