Hejmara nû a Kovara POPKURDê weşîya!

.

Hejmara 9em a Kovara kultura populerê POPKURDê wek dijîtal hate weşandin. E-Kovara POPKURDê di Gulana 2018an da bi hejmara xwe ya ewil daxilî cîhana kovargerîya Kurdî bû û li ser edebîyat, sînema, şano, muzîk, futbol û tîştên derbarê populer kultur a Kurdan da radiweste û xwînerên xwe bi perîyodîkên cuda û bi hejmar û naverokên têr û tije agahdar dike.  

Di qapaxa jimara nû da, hevpeyvîna edîtora nû a kovarê Leyla Ozkaplanî ya li gel hunermenda bi nav û deng Aynur Dogan cih digre. Dogan, li ser huner û muzîka xwe û li ser projeyên xwe yên nû gelek agahîyan ji bo xwînerên POPKURDê vedibêje.

Di beşa POPPIRSê da hunermenda hunerên hevçax Nûveen Barwarî bersiv dide pirsên klasîk ên POPKURDê.

Her wiha di vê hejmarê da POPKURD dosyayekê bi navê “Di Edebiyata Kurdî de Dengên Jinan” amade kirîye û cih daye fikr û ramanên çend nivîskar û şairên jin ên Kurd.

Her wiha di hejmara nû da, beşên wek “Podcastarên Kurd Dipeyivin”, “Gelo We Dizanibû”, “Mesele Giran e”, “Clubhouse: Şevbihêrkên Modern” û dîsa wek her hejmarê beşa “Me ji 10 Kesan Pirsî” jî cih digre.

Li ser navê edîtorên kovarê Mistefa Dogan, Ömer Sonmez û Leyla Ozkaplan nivîsekê edîtorî hat belav kirin. Di nivîsa edîtorî da wiha tê gotin:

“Merheba xwînerên delal ên Popkurdê. Em bi hejmara xwe ya 9emîn li pêşberî we ne. Di vê hejmarê de Leyla Ozkaplan jî tevlî edîtoryaya me bû. Heta ji me hat me xwest naverokeke rengîn ji bo we deynin. Em hêvî dikin ku kêfa we jê re were. Hûn dikarin bi riya e-maîl an jî hesabên me yên medyaya sosyal, hemû fikr, pêşniyaz û rexneyên xwe ji me re bêjin”

 

Ji bo jimara 9em a kovarê hûn dikarin li vir bitikînin;

https://popkurd.files.wordpress.com/2021/06/popkurd-jimar-9.pdf

Navnîşanên Medyaya Civakî ya POPKURDê;

Twitter: @popkurdkovar

İnstagram: @popkurdkovar

Youtube: POP KURD

Kurdistan Haberleri

Ji bo Rojava û Rojhilat li Bajarê Arnhem yê Hollanda pêşandan
HSDyê hişyarî da: Şam agirbestê bin pê dike û amadekariya şer dike
Heyva Sor a Kurd: Li Kobaniyê zarokekî din ji ber sermayê canê xwe ji dest da
Kesayetên navdar ên Kurd û Alman ji bo Rojavayê Kurdistanê bangî Almanyayê kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Jinên Kurd Tevna Pêşeroja Azad Dihûnin