Hejmara miriyên erdheja li Îzmîrê gihişt 111 kesan

.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşa Bilez (AFAD) a ser bi Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku hejmara miriyên di erdheja Îzmîrê de gihiştiye 111 kesan û tedawiya 137 kesan jî berdewam e.

Li gor daxuyaniya AFADê piştî erdheja ku li Îzmîrê di 30ê Cotmehê de qewimî, bi giştî 1621 paşlerze hatine tomarkirin.

Di erdhejê de 111 kesan canê xwe ji dest dan û 1035 kes birîndar bûn.

Ji birîndaran 898 kes ji nexweşxaneyê vegeriyan mala xwe û tedawiya 137 kesan berdewam e.

Li Îzmîrê xebata lêgerîn û rizgarkirinê ya ku di 17 avahiyan de dihat kirin, di 13an de bi dawî bû û di 4 avahiyan de xebatên lêgerînê berdewam in.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye