Hejmara leşker û cerdevanên ku li Şirnexê hatine kuştin bû 5

.

 Hat ragihandin ku di şerê ku li herêma Besta ya Şirnexê di operasyona li dijî gerîlayên PKKê de derket de leşkerekî din ê artêşa Tirkiyê û cerdevanek mirine.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek belav kir.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyê de ragihand ku Çawîşê pispor ê bi navê Ozcan Îlhan miriye.

Herwiha Wezareta Berevaniya Tirkiyê da zanîn cerdevanê birîndar ê bi navê Cevher Ozgun jiyana xwe ji dest daye.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îro ragihandibû ku di encama şerê ku li herêma Bestayê derketibû de 3 cendirme hatine kuştin û cerdevanek jî bi giranî birîndar bûye. Herwiha wezaretê diyar kir ku 3 gerîlayên PKKê jî jiyana xwe ji dest dane.

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî: PDK û YNK bi berdewamî dicivin
Arêşeya şêwandina navê Kurdî di kerta niştîmanî û pasportan de tê çareserkirin
Li dijî zextên Talîbanê 44 welat bûn yek: Ji cîhana Îslamî tenê Îmarat heye
Li Efrînê dest bi kampanyaya 'Mala min mafê min e' hat kirin
Rezaî: Divê ewlehiya sînorên me yên bi Herêma Kurdistanê re were parastin