Hejmara herî zêde ya pêketiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê hat tomarkirin

.

Hejmara herî zêde ya pêketiyên Koronayê, li bajarê Duhokê hat tomarkirin. 

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê ragihand, rewşa Koronayê rewşa Koronayê ber bi rengê porteqalî diçe û di 24 demjimêrên borî de 3559 pêketiyên hatin tomarkirin.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî li bajarê Duhokê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, hejmara herî zêde ya pêketiyên Koronayê, li bajarê Duhokê hat tomarkirin ku di 24 demjimêrênn borî de 1564 kes bi Koronayê ketin.

Aşkere kir jî, Wezareta Tendirustiyê plana rûbirûbûna vê rewşê li parêzgeha Duhokê danî û nexweşxaneyeke din a taybet bi Koronayê vedikin.

Dr. Saman Berzincî daxwaz ji welatiyan kir jî, pabendê rênimayên xweparêziyê bibin û vaksînan werbigirin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin