Hejmara bêkarîyê ya meha Çileyê gihîşte ya krîza 2009an

Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê TUÎKê raporta bêkarîyê ya meha Çileyê eşkere kir. Li gor raportê hejmara bêkaran ku nêzîkî 4.7 milyon bûye, gihîştîye rêjeya krîza sala 2009an.

Li gor daneyên TUÎKê, di meha çileyê de rêjeya bêkarîyê gihîşt 14,7an lê wek 13,5 dihat çaverêkirin.

Beramberî meha Çileya par, di çileya îsal da, hejmara bêkaran 1 milyon û 259 hezar kesî zêde bûye û gihîştîye 4 milyon û 668 hezar kesî.

Herwiha bêkarîya derveyî sektora çandinîyê jî bi zêdebûna 4,1ê, weke 16,8an hat çaverêkirin. 

Li alîyekî din, bêkarîya di nav serhejmarên ciwan da jî, 6,8 zêde bûye û gihîştîye 26,7an.

Kurdistan Haberleri

Mesrûr Barzanî: Sînorê sebira me jî heye
PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê