Heftemîn Festîvala Çîroka Kurdî li Qamişlo destpê dike

,

Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê (YNKS), Heftemîn Festîvala Çîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê saz dike.

Li gor vexwendina ku Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê ragihandiye û kopiyek jê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re şandiye, ew Heftemîn Festîvala Çîroka Kurdî li bajarê Qamişlo yê herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê saz dikin.

Heftemîn Festîvala Çîroka Kurdî ya Qamişlo, ku li jêr diruşma (Çîrok bang e.. Xwenasîn û vedeng e), îro Pêncşemê demjimêr 1ê Tîrmeha 2021 destpê dike û bo dema 5 rojan wate heta 5 Tîrmeha 2021an berdewam dike.

Nivîskarên ji her çar parçeyên Kurdistanê û herwiha nivîskarên Kurd ên li diyasporayê û bi tyabet Ewropayê berhemên xwe bo Heftemîn Festîvala Çîroka Kurdî ya Qamişlo şandine.

Festîvala Çîroka Kurdî ya Qamişlo li Hola Zana ya li ser rêya Qamişlo-Heseke tê lidarxistin.

Li gor bernameya hatî ragihandin, festîvalê êvara îro di demjimêr 18:00 de bi fermî destpê dike.

Li gorî zanyariyên ku ji aliyê Yekîtiya Nivîskaran ve hatine belavkirin, derdora 40 çîroknivîs bi 40 çîrokên KUrdî di wê festîvalê de beşdar dibin.

Yekîtiya Nivîskaran a Rojavayê Kurdistanê ragihandiye, ji bo beşdarbûna di festîvalê de 47 çîrok ji desteya festîvalê re hatibûn şandin, lê 7 çîrok ji ber ku ne li gor mercên festîvalê bûn, hatin redkirin.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn