Hefsar

Depresyon ne nexweşîyeke fîzîkî ye ku meriv ji dûrî ve bibîne, êşeke derûnî û ruhî ye ku heta ku meriv nêzîkî wan nebe, guhdarîya wan neke

Perîn Esmeroglu

”Te jî û ligel hemû naxoşîyên wê, ez dunyayê jî hemêz dikim” got û xatirê xwe ji jiyanê xwest û çû.

Germîyan di riya jiyanê da wenda bûye, tu rê li ber nemaye, ketiye bîreka kûr a bêbinî û nikare jê derkeve.

Rengê jiyanê, rengê hêvîyê reş e, wek şevên Germîyan. Şev bîhna xwînê didê, şev nîşana mirinê ye. Şev bêhêvîtî û tenêtîyê dide Germîyan. Ji xwe şeveke bêyom, şeveke tarî her tiştên Germîyan jê stendibû; lawê wî û jina wî. Trawmaya herî mezin di şeveke tarî da derbaskiribû Germîyan.

Bavê wî ji wî ra digot ”Lawê Xwedê!” Ji ber ku ew li mizgeftekê dîtibû. Dê û bavê xwe yê bîyolojîk tu carî nedî û nasnekir. Bi şîrê xanima hêja ya ermen Evelînayê mezin bûbû. Piştre Zafanê Bêrtî yê ku Germîyan di hewşa Mizgeftê da dîtibû, anî mala xwe zozanan. Bi hezkirina dê û bavekî, ji Germîyan hezkir.

Ji bo ku Germîyan mektebê bixwîne, mala xwe bar dikin Xarpêtê. Jiyana zozanan û dilê xwe li dû xwe hêlan. Germîyan xwend û bû doktor, lê doktorîya wî jî nikarîbû mirinê li ber dê û bavê wî bigre.

Germîyan, ne zozan û ne jî jiyana bin konê reş li dû xwe hîşt, ew hertim diçû zozanan, ciyê zaroktîya xwe. Hespek wî hebû, bi navê Kumêt. Wê sibehê ew ê bi malbatî biçûyana zozanan, wî yê Kumêtê xwe bi lawê xwe û bi jina xwe bida naskirin. Lê di tarîtîya şevê da derî lêket û çend sîleh teqîyan. Germîyan birîndar û lawê wî yê pênc salî û jina wî hatin kuştin.

Canê Germîyan xelas bûbû, lê mixabin ne ruhê wî. Welatê xwe li dû xwe hîştibû. Germîyan bi wê trawmaya giran ket depresyoneke bêderî.  Jiyan jê re bûbû bareke giran, nikarîbû ji binî rabûya. Ferqa şev û rojê nemabû. Jiyanê tahma xwe, efsûna xwe wenda kiribû. Bêhêvîtî, tenêtî ew ji her tiştên dunyayê sar kiribû. Bi mirinê ra rêhevaltî dikir. Ketibû gerîneka mirinê. Per û baskên wî şikyabûn.

Navê hevalê xwe da ji bo ku were pêre kar bike, bi alîkarîya psîkologa xwe. Hevalê wî ew ê hefteyê çend saetan kar bikira.

Deftera ku Germîyan jiyana xwe têde nivisand hevalê wî  wek diyarî ji wî ra kirîbû. Wî yê têde behsa zozanan bikira, lê Germîyan ne tenê behsa zozanan kir, behsa serpêhatîyên xwe û hemû jiyana xwe kir. Carnan jî ew defter dibû wek kêla tirba Germîyan li ser masa wî. Ew tirba ku tu carî nexwestibû, ji bo ku Germîyan tu carî xwe aîdê ciyekî nedidît, jiyan bûbû hefsarek û ew dixeniqand, carna rastî û xewn tevîhev dibûn. Jiyan bûbû dafik û Germîyan jî bûbû nêçîr.

Nivîskar bi zanîneke bêhempa li ser psîkolojîyê bi zimanekî pir pir xweş nivisandiye. Di depresyonê de halê meriv çawa ye. Acizîya li hember jiyanê, êşa ruhê merivan. Nêrîn û dîtin, gotin û mêzekirina li jiyanê. Tevger û axaftina bi merivên ku di deprasyonê de ne. Efekt û tesîra derman û psîkologan. Ji çi hez dikin, bi çi bextîyar dibin. Bi çi awayî şiyar dibin û radibin ser xwe. Meriv çawa guhdarîya wan dike û bi çi awayî hêvî dide wan. Dîtina êşa di çav û ruhê wan de. Fêmkirina êşa ku tu carî nayê dîtin, bawerîyeke çiqas mezin dikare bide wan.

Nivîskar pir xweş nîşan dide ku depresyon ne nexweşîyeke fîzîkî ye ku meriv ji dûrî ve bibîne, êşeke derûnî û ruhî ye ku heta ku meriv nêzîkî wan nebe, guhdarîya wan neke, bi wan re hevaltî neke, meriv tu caran wan fam nake.

Depresyon meriva dike rêyeke ku dawî ne xuya ye û ne dîyar e, ferqa cennet û cehenemê tuneye. Ne feydeya dua û ne jî feydeya îsyanê heye. Taqet di çokê meriv de namîne. Erê çavên meriva vekirîye û mêze dike, lê carna meriv tu tiştekî nabîne. Behram nikarîbû lawê Xwedê, ku li mala Xwedê hatibû dîtin, xelas bikira.

 Lê hêvî dikim, çi dibe bila bibe, kî dibe bila bibe, bila ew hefsar nekeve hustuyê tu kesî.

ÇAND & HUNER Haberleri

Ji zimanzanan xebateke bêhempa: Rêbera Rastnivîsê
Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
Li Amedê Încîleke kevnar hat dîtin
Romaneke Nû ya Mehmed Dehsiwar: Çepera Giran (Şerê Merdan û "Nemerdan")
Li Qamişloyê 'Bexçeya Xwendinê' hat vekirin