HDPê xebata xwe ya Meclîsê da rawestandin

Ew ê bêşdarê xebata yasayî ya parlamentoyê nebin”.

Grûba Meclîsê ya HDP û Birevebîrya Partîyê di 5 û 6ê Mijdara 2016ê de li Amedê civîn li dar xist û encama civînê bi daxuyanîka çapemenîyê ji raya giştî re eşkere kir.  

Mebûs û Berdevkê Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Ayhan Bilgen encama civînê xwend û got:” Partîya wan karên xwe yên nav Meclîs Mezin ya Tirkiyeyê dane sekinandin û ew ê bêşdarê xebata yasayî ya parlamentoyê nebin”.

Bilgen got; HDPê dê xebata xwe di nav xelkê de bike; mal bi mal, kolan bi kolan li her cî bigerin û guhên xwe bidin xelkê.

Herwaha Ayhan Bilgen aşkere kir ku ew girtina Hevserokên Partîyê Selahedin Demirtaş û Figen Yuksekdag û 7 parlementerên xwe ku hatine girtin şermezar dikin.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin